Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Nûçe: Güljin Kaya
Barzan Çelimli yê 24 salî ku ji navçeya Dîgor a Qersê ye, nêzî 20 meh in li Girtîgeha Tîpa E ya Konyayê tê girtin. Malbata wî ragihand ku rewşa tenduristiya Barzan ê ku li girtîgehê nexweş ketiye rojavilav giran dibe û daxwaza mudaxeleya lezgîn ji rayedaran kir.
Li gorî agahiyên ji malbatê hatine wergirtin, heta niha ji bo nexweşiya Çelimli teşxîseke teqez nehatiye danîn; ji laşê wî 17 lître av hatiye kişandin û di vê pêvajoyê de nêzî 30 kîlo winda kiriye. Malbatê destnîşan kir ku Barzan di mercên tenduristiyê yên guncaw de nayê tedawîkirin û tevî hemû serlêdanên wan ên ji bo rêveberiya girtîgehê û saziyên peywendîdar, ti encam nedestxistine. Hate diyar kirin ku Çelimli heşt rojan li Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hatiye girtin, lê di vê navberê de tenê rojê carekê ji aliyê bijîşk ve hatiye kontrolkirin.
Malbatê ji bo ku kurê wan di odeyeke taybet û guncaw de bê tedawîkirin an jî ser mesrefa wan sewqî nexweşxaneyeke taybet bibe serlêdan kir, lê ev daxwaza wan nehat berçavgirtin. Malbatê da zanîn ku ev nêzîkatî mafê jiyan û tenduristiyê yê girtî dixîne xetereyê û ragihand ku wan ji bo dadgehên peywendîdar û Daîreya 10'an a Ceza ya Dadgeha Bilind (Yargıtay) sê serlêdanên cuda kirine, lê heta niha hemû hewldanên wan bêencam mane.
Bavê Barzan Çelimli jî bal kişand ser giraniya rewşa kurê wî û ji rayedaran alîkarî xwest. Bav daxwaz kir ku ji bo tedawiya kurê wî û ronîkirina vê rewşê gavên lezgîn bên avêtin. Malbat daxwaz dike ku îddîayên li ser rewşa tenduristiya Çelimli bên vekolîn, mafê wî yê tedawiyê bikeve bin ewlehiyê û di derheqê berpirsyaran de karûbarên qanûnî bên destpêkirin.