Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Hilbijartina Odaya Bazirganî û Sanayiyê ya Erdexanê (ATSO) bi dawî bû. Di encama wekheviyê de pişk hat kişandin û namzetê lîsteya spî Sebahattin Gündoğdu bi ser ket.
Pêşbirka Bi Kelecan a Li Erdexanê Bi Dawî Bû: Bi Pişkê Sebahattin Gündoğdu Bi Ser Ket
Li gorî encamên nefermî, hilbijartina serokatiya Odaya Bazirganî û Sanayiyê ya Erdexanê (ATSO) bi dawî bû
Di hilbijartina ku di pênc sindoqan de hat kirin de encam bi vê awayî bûn
Sindoqa 1'ê û 4'an: Namzetê lîsteya spî Sebahattin Gündoğdu bi ser ket
. Sindoqa 2'yan û 5'an: Namzetê lîsteya şîn Çetin Demirci bi ser ket
. Sindoqa 3'yan: Encam 57-57 wekhev derket
.
Li ser vê wekheviya di sindoqa 3'yan de, pişk hat kişandin . Di encama pişkê de bext rewa Sebahattin Gündoğdu bu . Bi vê yekê re namzetê lîsteya spî Sebahattin Gündoğdu û tîma wî bûn xwediyê serkeftina hilbijartina ATSO'yê .
