Sûriye Dê Li Hewlêrê Konsolosxaneyê Veke


Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |

Şandeyeke payehesind a Wezareta Derve ya Sûriyeyê ji bo destpêkirina xebatên vekirina konsolosxaneyê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Rêvebirê Karên Konsolosxaneyê yê Sûriyeyê Mihemed Yaqûb Omer ragihand ku li ser fermana wezîr ji bo avêtina gava yekem çûne Hewlêrê. Ev konsolosxane dê xizmetê bide welatiyên Sûriyeyî yên li Herêma Kurdistanê û zehmetiyên wan ên ji bo wergirtina xizmetên konsolosxaneyê bi dawî bîne.