Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan hat weşandin, Waliyê Erdêxanê Mehmet Fatih Çiçekli ji erka xwe hat hildan û li şûna wî Qeymeqamê Şehîtkamîla Dîlokê Ömer Hilmi Yamlı hat tayînkirin. Ev biryar li Erdêxanê bû sedema bertekan û protestoyan; gel daxwaz kir ku walî vegere ser erka xwe.
Çiçekli, ku vê dawiyê bi çalakiyên mîna festîvala bîsiklêtan û keştiyê bal dikişand ser bala geştyariyê (turîzmê), ji ber cilên xwe yên bîsiklêtê ji aliyê hin derdoran ve dihat rexnekirin. Lê belê, xelkê herêmê diyardike ku ev biryar neheqî ye û walî di demeke kurt de ew karên ku şaredarî û komeleyên herêmê nekiribûn, bi serkeftî pêk anîne.