Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Mamoste û nivîskarê ji Erdexanê Yener Altın, bi derfetên xwe û bi piştgiriya hemvatanên xwe li İstanbulê Muzeyeke Etnografyayê ya bêhempa ava kir.
Her amûr, her afir û her tiştên ku di vê muzeyê de tên pêşandan; şahidên bêdeng ên xuhdan, ked û têkoşîna jiyanê ya mirovên Qers, Erdexan û Artvînê ne. Amûrên çandiniyê, kelûmelên malê û tiştên jiyana rojanê, dîroka herêmê ya 200 salî tînin îro.
Di muzeyê de ji dema Rûsyaya Çarîtiyê mewreke hespan û kotaneke reş ku dîroka wê diçe 4000 sal berê hene. Ev ne tenê tiştên kevin in; belgeyên dîrokî ne ku keda nifşên borî, çand û şêwazê jiyana wan tînin ziman.
"Pireke di Navbera Paşeroj û Pêşerojê de"
Yener Altın balê dikşîne ser wê yekê ku di wan salan de mirovan di nav şert û mercên giran de, di nav malbatekê de 20-30 kes bi hev re di nav piştgirî û biratiyê de dijiyan. Altın, ji bo xerîbbûna mirovên îro, gotina hostayê mezin Yaşar Kemal tîne bîra me:
“Ew mirovên rind, li wan hespên rind siwar bûn û çûn.”





