Haber Sistemi Yükleniyor...

LI QERSÊ MÎRASA DÎROKÎ REZÎL Û RÜSWAYÊ BÛ: TABYAYÊN DÎROKÎ BÛN KUTAFA AJALAN


Li Qersa ku wekî "Bajarê Tabyayan" tê naskirin, bi dehan tabyayên dîrokî yên ku şahidên herî zindî yên şerên Osmanî-Rûs bûn û di parastina bajêr de roleke krîtîk dilîstin, ji ber bêxwedîtî û xemsariyê li ber qedandinê ne. Ev mîrasa leşkerî ya mezin ku divê bihata parastin, niha ji aliyê şivanan ve wekî kutafe û kûmên ajalan tê bikaranîn

Dîwar Hatine Hilweşandin, Dergehên Dîrokî Hatine Xerabkirin

Ev avahiyên dîrokî yên ku di dîroka parastina Qersê de şopên kûr û pîroz hiştine, bi salan e ji ber bêxwedîtiyê bedeleke giran didin. Piranîya tabyayên ku li navenda bajêr û li derdorê belav bûne, wekî xirbeyan lê hatine. Ev avahiyên ku di heman demê de bûne hedefa nêçîrvatên xezineyan, dîwarên wan hatine hilweşandin û dergehên wan ê ketinê yên dîrokî bi temamî hatine xerabkirin


Di Nav Hewşa Dîrokê De Ajal Diçêrin

Ev xalên stratejîk ku beriya bi sedsalan li dijî dorpêçkirina dijmin sîngê xwe dabûn ber fîşekan, niha bûne war û stargeha şivanên herêmê. Hinek tabyayên ku bêxwedî mane û deriyên wan vekirî ne, bûne cihê xwedîkirin û çêrandina heywanên hûr û gir. Dagirtina ode û korîdorên ku şahidên dîrokê ne bi dax û tezeqên ajalan, dilê her kesî dişewitîne


Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane