Seungcheol Lim heyraniya xwe ya ji bo berxwedan, mêvanperwerî û zîrekiya Kurdan anî ziman.
Serkonsolosê Koreya Başûr ê Hewlêrê Seungcheol Lim ragihand ku Pêşbaziya Jîriya Destkarî (Zekaya Sûnî) ya ku dê li Herêma Kurdistanê bê lidarxistin dê bibe xaleke wergeranê û hêz û şiyana nifşê nû nîşanî cîhanê bide.
Seungcheol Lim di daxuyaniya xwe ya ji bo Kurdistan24ê de diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî ji bo gelê Kurdistanê hewcedariyek e û armanca wan ew e ku asta jêhatîbûna xort û keçên Kurd di platformên navneteweyî de bidin nîşandan
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane
