Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Ji xwendevan û dildarên me gelek pirs tên ku çima Rojnameya Erdexanê bi 3 zimanan, anku bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî weşanê dike û gelo li Erdahanê Îngilîz hene yan na. Em her sal bi berdavamî bersiva vê pirsê didin; ji ber ku rojnameya me her sal digihîje mirovên pirtir û kesên ku nû me dişopînin û rastiyê nizanin, her sal vê pirsê ji nû ve ji me dikin. Em jî wek rêvebiriya rojnameyê, salê carekê vê daxuyaniyê didin û dixwazin ronahiyê bixin ser van mijarên ku legen meraqkirin
Beriya her tiştî divê em bêjin ku li Erdahanê, ji bilî geştiyarên (turîstên) ku ji bo dîtina bajêr tên, tu welatiyên Îngilîz yên niştecih nînin. Li seranserê Erdahanê û navçeyên wê bi piranî welatiyên Kurd û Tirk bi hev re dijîn. Gava em li gelheya navçeyên xwe dinêrin; li navçeya Çildorê terekeme zêde ne û her wiha çend gundên Azeriyan jî hene. Li navçeya Posofê jî Tirk, Tirkên Qafkasyayê û gundên Kurdan hene. Bi kurtasî, li navenda Erdahanê û hemû navçeyên wê welatiyên Kurd, Tirk, Terekeme û Azerî bi salan e di nava aştiyê de dijîn
Madem li Erdexanê Îngilîz nînin, nexwe ev weşana Îngilîzî ji bo çi ye? Rojnameyên herêmî bi gelemperî tenê bi zimanê Tirkî weşanê dikin û tenê guh didin bûyerên gund û navçeyên xwe. Lê Rojnameya Erdahanê xeteke cuda û xwedî vîzyon meşandiye. Em ne tenê rojnameyeke herêmî ne; em saziyeke medyayê ya navneteweyî ne ku balê dikişînin ser geşedanên bajêr, welat û hemû cîhanê. Zimanê Îngilîzî îro zimanekî cîhanî ye û dengê rojnameya me digihîne qada navneteweyî. Her çend em car bi car bi rûsî, farsî û erebî jî weşanê bikin, bingeha me ya sereke Kurdî, Tirkî û Îngilîzî ye. Rojnameya Erdexanê bi vê vîzyona xwe sînorên herêmî derbas dike û ber bi cîhanê ve vedibe.