Heycana herî mezin a goka pê rû da û di Lîga Şampiyonan de PSG bû xwediyê fînala mezin. Di maça dawî ya li Puskas Arenayê de heyranên futbolê şahidiya şerekî giran kirin. Arsenal û Parîs Saint Germain piştî 120 hûrdeman bi encama 1 bi 1 wekhev man û lîstik çû penaltiyan. Di penaltiyan de lîstikvanên Parîsê bi encama 4 û 3 serkeftina xwe ragihandin û sernavê xwe yê şampiyoniyê parastin. Şahiya lîstikvanên Fransî li qadan bilind bû, lê ji bo lîstikvanê Arsenalê Gabriel ku şansa dawî ji dest da, şev bi hêsir û xemgîniyê bi dawî bû.
Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane