Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Stenbol – Piştî barana dijwar ku li Stenbolê çêbû, di felaketa lehiyê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 4 kesan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo kesên winda bê rawestan berdewam dikin.
![]() |
| Turgut Dursun |
Welatparêzê Erdexanî Turgut Dursun Hê Jî Winda Ye
Serokê berê ê Komeleya Gundê Çegillî (Revas) ê Erdexanê, Turgut Dursun ê 1960î ji Erdexanê, li Kağıthaneyê tevlî wesayîta xwe di nav ava lehiyê de winda bû. Ji bo dîtina Dursun xebatên tîmên rizgarkirinê li herêmê bi dijwarî berdewam dikin.
Nasnameya Cenazeyê Hat Diyarkirin
Nasnameya cenazeyê mêr ê ku li nêzî Parka Sadabatê ya Kağıthaneyê li ber lingê pirê hatibû dîtin hat diyarkirin. Hat zanîn ku ev cenaze ê Ahmet Usta yê 56 salî ye. Malbata Usta roj berê li Sarıyerê serlêdana windabûnê kiribû.
Ji aliyê din ve, xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyekî din ê mêr ku li Kağıthaneyê hatibû dîtin berdewam dikin. Her wiha ji bo dîtina 5 kesên ku li tax û herêma Ayazağa ya Sarıyerê winda bûne, tîmên rizgarkirinê hemû derfetan bi kar tînin.
