Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Ömer Hilmi Yamlı, ê ku bi Biryarnameya Serokomariyê wek Parêzgerê Erdêxanê hatibû tayînkirin, îro bi fermî dest bi erka xwe kir. Li ber avahiya Parêzgeriyê bernameyeke pêşwazîkirinê hat lidarxistin û protokola bajêr, rêvebirên saziyên giştî û xebatkarên parêzgeriyê Parêzger Yamlı pêşwazî kirin.
Ömer Hilmi Yamlı di sala 1979an de li navçeya Xelatê ya Bedlisê ji dayik bûye û Ji Beşa Rêveberiya Giştî ya Fakulteya Zanistên Siyaasî ya Zanîngeha Stenbolê derçûye. Di kariyera xwe ya mülkî de li navçeyên Konya Halkapınar, Erzurum Şenkaya, Cîgirê Parêzgerê Erzurumê, Midûriyeta Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya Wezareta Karên Navxweyî, û paşê jî wek Qaymeqamê Konya Selçuklu, Kocaeli Kartepe û dawiyê jî Gaziantep Şehitkamilê kar kiriye. Yamlı zewicî ye û bavê sê zarokan e.
