AMEDSPORÊ MAÇÊN MEZIN DIYAR BÛ


Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |

Fîkstûra maçên mezin a Amedsporê ya di sezona nû ya Trendyol Süper Ligê de eşkere bû. Bernameya maçên li dijî Beşiktaş, Galatasaray û Fenerbahçeyê bi vî awayî ye:

Di nîvê yekem ê sezonê de (2026), Amedspor dê di hefteya 6an de li Stadyuma Amedê mêvandariya Beşiktaşê bike. Di hefteya 11an de dê li Kompleksa Werzîşê ya Ali Sami Yen bibe mêvanê Galatasarayê û di hefteya 17an de jî li Kadîkoyê li Stadyuma Ülkerê bi Fenerbahçeyê re bilîze.

Di nîvê duyem ê sezonê de (2027) dabeşandina maçan wiha ye: di hefteya 23an de li Stadyuma Tüpraşê maça Beşiktaş û Amedsporê, di hefteya 28an de li Stadyuma Amedê maça Amedspor û Galatasarayê û di hefteya 34an a dawîn de jî li Stadyuma Amedê maça Amedspor û Fenerbahçeyê dê were lîstin.

Bi vî awayî, perdeya lîgê ya vê sezonê dê li Amedê (Diyarbakır) bi maça mezin a li dijî Fenerbahçeyê bi dawî bibe.