Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Xalên werçerxandinê yên dîrokê, her dem qeder û sînorên erdnagariyan ji nû ve dinivîsînin. Di dawiya sedsala 19'an de, xeta Kafkasyaya Başûr û Bakur-Rojhilatê herêmê bûn şahidê guherîneke mezin. Piştî Şerê Osmanî û Ûris (1877-1878) ku bi têkçûna Împaratoriya Osmanî bi dawî bû, bi Peymana Ayastefanosê re di herêmê de serdemeke nû ya îdarî dest pê kir.
Oblasta Qersê ya ku di vê serdemê de di bin serweriya Împaratoriya Rûsyayê de hatibû avakirin, dabeşî çar beşên îdarî yên jêrîn, yanî "okrug"an bibû: Okrugên Qers, Qaqizman, Oltî û Erdexanê
Saziya Îdarî ya Okruga Qersê
Sînorên okruga Qersê di sala 1881'an de ji nû ve hatin sererastkirin û ev der bûbû yek ji navendên herî dînamîk ên herêmê. Li gorî daneyên sala 1914'an, ev okrug dabeşî 5 beşan (uçastok) dibû ku navên wan Akbaba, Zarișat, Qers, Soganlik û Şuragel bûn û di nav van beşan de bi giştî 21 okrugên gundewarî hebûn. Ev serdema qelebalêg, di sala 1918'an de bi Peymana Aştiyê ya Brest-Litovskê re, bi vegerandina hemû Oblasta Qersê ji bo Împaratoriya Osmanî bi dawî bû
Li gorî Serjimêriya Împaratoriya Rûsyayê, di 28'ê Rêbendana 1897'an de gelheya okruga Erdexanê 34.930 mêr û 30.833 jin, bi giştî 65.763 kes bû. Li herêmê Turk, Kürt, Qarapapax, Rom (Yunan) û Tirkmen bi hev re dijiyan.
Ev qutbûna dîrokî, îro jî ji bo fêmkirina avahiya pirreng û pirçandî ya paşxaneya herêma me xwedî girîngiyeke mezin e.