Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Li gorî zanyariyên dawî ku ji aliyê ajansên nûçeyan yên biyanî ve hatine ragihandin; Almanya destpêka hefteya nû bi nûçeya êrîşeke çekdarî ya hov ku ji bakurê rojavayê welat hat, şok bû. Li eyaleta Saksonya Jêrîn, li bajarê Stadeyê yê ku dikeve rojavayê bajarê Hamburgê, di encama êrîşeke çekdarî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî bûyerê, di operasyona polîsan de gumanbarek hat girtin.
"Polîsan Hişyarî Da: Ji Herêmê Dûr Bikevin" Li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên herî tund hatin girtin, lê belê heta niha derbarê hincet û çawaniya bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Midûriyeta Polîsan a Lüneburgê ku berpirsa herêmê ye, diyar kir ku li Kolana Dankersê ya li bajarê Stadeyê dengê çekan hatiye bihîstin û bang li welatiyan kir û got: "Ji kerema xwe ji herêmê dûr bikevin." Lêkolîna berfireh a derbarê bûyerê de berdewam dike.