Haber Sistemi Yükleniyor...

JINÊN KURDAN RÛMETA ME NE, TU KES NIKARE BIWAN RE TAHQÎR BIKE


Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |

Di vekirina nexweşxaneyekê de li Îzmirê, kesek bi navê Rahmi. Koç gotinên ku armanc û mebesta wan ne diyar bûn, di bin navê "fîk û mizahê" de li dijî jinên Kurd got û ev gotin di civakê de nerazîbûnek mezin çêkir.

Li gor daxuyaniyê, Rahmi. Koç di ber nûnerên partiyên siyasî de gotinên ku wekî heqaret li jinên Kurd hatin nirxandin anî ziman. Di şûna ku kesên li wir bersiv bidin, hin ji wan bi ken û tevgerên îstihzayî bersiv dan




BAD-DER di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jinên Kurd bi rûmet, şeref û hêjayî têne naskirin û got ku tu kes maf û destûra tahqîrkirina wan tune ye.

Daxuyaniyê her wiha got ku ew ê şopandina vê mijarê bikin û ji bo kesên ku bi gotin û tevgerên xwe hestên civakê birîndar kirine û nakokî di nav civakê de belav dikin, pêvajoyên qanûnî yên pêwîst bi lez bêne meşandin.

Mustafa Bad Demîr
Serokê Giştî yê BAD-DER