Rojnameya Erdexanê | Since 1995 |
Hunermendê Kurd Hozan Diyar, derbarê wê rageşiya ku di dema konsera wî ya li bajarê Stuttgartê yê Almanyayê de ji ber ala Kurdistanê derketibû, daxuyaniyek belav kir.
Hozan Diyar da zanîn ku bûyerên qewimîne provokasyon in û weha got
"Tu pirsgirêka min ligel ala Kurdistanê û sembolên neteweyî yên Kurdan re nîne."
Hunermendê naskirî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku nêzîkatiya wî ya li hember nirxên neteweyî her dem eşkere ye û ev rûdanên dawî wekî hewldaneke provokatîf nirxand.
