STENBOL – Bernameya "Cejna Zimanê Kurdî" ya ku bi hevkariya Federasyona Komeleyên Hoçvana Erdexanê (HOÇ-FED) ya ku navenda wê li Esenyurta Stenbolê ye û Komeleya Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) hatibû amadekirin, bi tevlîbûneke girseyî û bi coşeke mezin birêve çû.
Ev çalakiya ku bi navê “Di Cejna Zimanê Kurdî de Dîwana Zarok û Dengbêjan” hat organîzekirin; zarok, dengbêj û hunermend li ser heman dênê anîn cem hev û bal kişand ser girîngiya zindîhiştina ziman û kultura kurdî. Di çarçoveya bernameyê de bi avakirina Dîwana Dengbêjan armanc hat girtin ku zimanê kurdî li zarokan bête hezkirin û hişmendiya zimanê dayikê di temenê biçûk de bête xurtkirin.
Cextkirina li ser Parastina Hafizeya Kulturî
Di seranserê çalakiyê de ku gelek welatî, hezkiriyên hunerê û dildarên kulturê beşdar bûn, girîngiya heyatî ya zindîhiştina kurdî û veguhastina wê ya ji bo nifşên pêşerojê hat ziman. Bi taybetî bal hat kişandin ser nirxê qezenckirina hişmendiya zimanê dayikê ji bo nifşên ciwan, daku hafizeya kulturî bête parastin.
Suphi Özgen, Latif Yılmaz û Şemo yê Memê ku ji navên naskirî yên Hoçvanê ne, bi axaftinên xwe piştgirî dan organîzasyonê û girîngiya tekoşîna hevpar a ji bo pêşvebirina zimanê kurdî careke din nîşan dan.
Ji Dîwana Dengbêjan Ziyafeta Muzîkê
Dengbêj û hunermendên ku di bernameyê de derketin ser dikê, bi berhemên ku gotin bûn sedema demên tije hestiyar ji bo mêvanan. Di çalakiyê de bi rêzê; Dengbêj Kazo, Mihammedê Beyro, Sebrî Agirî, Xenîyê Qereyazî, Mihemmedê Serhedî, Rezan Şirvan, Hozan Mem Toso û Kerem Tekoğlu derketin ser dikê û dewlemendiya kultura kurdî bi beşdaran re parve kirin.
Organîzatörên ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî mînakeke girîng a piştgiriyê nîşan dan, diyar kirin ku xebatên ji bo zindîhiştina zimanê dayikê wê bi biryardarî berdewam bikin.