Ji DEM Partiyê Daxuyaniya Piştgiriyê Bo CHPê: "Biryara Bataliya Mutlaq Operasyoneke Zexta Siyasî Ye


Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê, derbarê biryara "bataliya mutlaq" (mutlak butlan) ya li ser CHPê daxuyaniyeke nivîskî weşand. DEM Partiyê ev biryar wekî "operasyoneke zexta siyasî ya ku bi hiqûq û edaletê re li hev nayê û dixwaze bi destê darazê siyasetê dîzayn bike" pênase kir û destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên li ser siyaseta demokratîk, mîna her demê îro jî li cem vîna gel in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heyameke wisa de ku hewldanên ji bo aştiya civakî zêde bûne, ev biryar sîberekê dixe ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" û krîza baweriyê ya di civakê de mezin dike. DEM Partiyê bang kir ku demildest dawî li van sepanên derderazî bê anîn û diyar kir ku ew ê bi mîlyonan welatiyên ku ji bo demokrasî û edaletê têdikoşin re mil bi mil bisekinin

Erdexan Rojname - Rojnameya Erdêxane