ERDEXAN - Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) a Erdexanê, bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê û peyama xwe ya cejnê bi gel re parve kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Bajêr a Erdexanê ve hatî belavkirin, bernameya pîrozkirinê û hevdîtina cejnê wê di 29.05.2026'an de, di navbera saet 10:00 û 17:00'an de li avahiya partiyê ya bajêr pêk bibe
Bila bibe wesîleya aştî, wekhevî û jiyana hevpar"
Di daxuyaniya DEM Partî Erdexanê de peyameke pîrozkirinê ya germ jî hat dayîn. Di peyamê de wiha hat gotin:
"Ji niha ve em Cejna Qurbanê ya hemû gelên me pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya siberojên wisa ku tê de biratî, aştî, wekhevî û nirxên jiyana hevpar xurt bibin û ruha piştgiriyê ya bi pîvanên mirovî zîndî bibe. Bi van hestan em cejna we pîroz dikin..."
RÊXISTINA BAJÊR A DEM PARTÎ YA ERDEXANÊ
